Li Şengalê civaka Êzîdî ji bo diyarkirin û nîqaşkirina rêyên çareseriyê ji bo pêşeroja xwe konferansekê li dardixe.
Konferans bi dirûşma ‘Edaleta Veguhêz, Wê Bibe Bingeha Entegrasyona Demokratîk’ tê lidarxistin.
Konferans bi beşdariya gelek rewşenbîr, oldar, serokeşîr, siyasetmedar, rojnamevan û çalakvanên ji derveyî Şengalê jî ji Silêmanî, Memxûr, Mûsil, Bexda, Kerkûk, Hewlêr û Dihokê hate destpêkirin.
Bername bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bibîranîna qurbaniyên fermanê dest pê kir.
Piştre ji aliyê oldarê Êzidî Mam Bedel ve, beytên ji qewlên Êzidiyan hatin gotin.
Hevserokê Meclisa Gel a Şengalê, Azad Hisên, bal kişand ser girîngiya vê konferansê û got:
“Konferaneseke wiha li ser axa Şengalê were lidarxstin, ev berhema xwebirêvebirin û xweparastina gelê me ye.’’
"Ev konferanes berhema xweparastina gelê me ye"
Her wiha Hevseroka KNK'ê Zeyne Murad jî peyamek da, di serî de ev konferans li tevahiya civaka Êzidî pîroz kir û destnîşan kir ku ev konferans di demeke gelek dîrokî de tê lidarxistin.
Hevseroka KNK'ê: Ev konferans di demeke dîrokî de tê lidarxistin
Piştî axaftinan, sînevîzyonek der barê ferman û kiryarên ku li ser civaka Êzidî hatin meşandin, hat pêşandan.