Muzîkjenê Kurd Elî Temel li Enqerê hat bibîranîn
Muzîkjenê Kurd Elî Temel di salvegera wefata xwe ya 32'emîn de li Enqereyê hat bibîranîn. Malbat û hezkerên Elî Temel jî beşdarî merasîma bibîranînê bûn. Temel di sazûmaniya xebatên çand û hunera Kurdî de pêşengtî kiriye û yek ji avakerên koma muzîkê ya bi navê Koma Çiya ye û herî zêde bi strana xwe ya bi navê Şitla Azadiyê tê naskirin.