Cemîl Bayik: Divê Kurd rêxstinên xwe nede pêşiya neteweya xwe
Hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistan (KCK) Cemîl Bayik rewşa Başûr û Rojhilatê Kurdistanê nirxand. Bayik hişyariyê dide ku krîza siyasî û neavakirina hikûmetê li Başûr, destkeftiyên li wir dixe xetereyê. Ji bo vê yekê jî eşkere dike ku Abdullah Ocalan dixwaze bi PDK û YNK'ê re rûne da ku statoya Başûr biparêzin. Her wiha Bayik daxwaza ji gelê Rojhilat dike ku xwe ji her şert û mercî re amade bikin.