Qonaxa duyemîn ji Lîga Şampiyonan dest pê kir.
Barcelonaya katalonî di tûra duyemîn a qonaxa komê ya Lîga Şampiyonan de bi serkeftineke mezin a 4-1 li hember Galatasaray berdewamiya performansa xwe ya balkêş kir.
Alexei Patrakov ê Rûsî di deqeya 28'an de tîma Tirkiyê xist pêş.
Lîstikvanê Portekîzî Joao Cancelo di deqeya 43 de ji bo tîma Spanyayê wekhev kir.
Firmin Lopez di deqeya 50 de skora Barcelonayê duqat kir.
Anthony Gordon ê Îngilîz di deqeya 53 de gola sêyemîn ji bo tîma Katalan avêt.
Her wiha Karim Adeyemi yê Alman di deqeya 65 de gola çaremîn a mêvanan avêt.
Bi vê serkeftina balkêş, Barcelonayê niha di rêzê de bi 6 puanan yekemîn e.
Galatasaray jî bê puan di rêzê de 34'emîn e.
Viking li hember Bayern Munich wekhevî bi dest xist
Tîma Viking a Norwêcî di tûra duyemîn a qonaxa komê ya Lîga Şampiyonan de li hember tîma Bayern Munich 3-3 wekhev ma.
Tîma Viking di nîvê yekem de serdest bû ku du gol avêtin ew jî ji hêla Gianni Stensness ku di deqeya 2'an gola yeke avêt.
Li aliyek din jî Peter Christiansen di deqeya 38'an de gola duyemîn avêt.
Di nîvê 2'emîn de lîstikvanê Bayern Munich Harry Kane di deqeya 54'an de ji penaltiyê gola yekem ya tîma xwe avêt.
Di deqeya 60'î de Harry Kane gola 2emîn û ya wekheviyê avêt.
Piştre di deqeya 71'ê de Luis Diaz gola 3'emîn ji bo Bayern Munich avêt.
Beriya ku maç bi dawî bibe di deqeya 90'î de Hermann Johan Haugen gola 3'emîn û ya wekheviyê ji bo tîma Viking avêt.
Hêjayî gotinê ye ku lîstikvanê Fransî ya Bayernê Michael Oliseh ji ber wergirtina du kartên zer di deqeya 74 ji qadê hat derxistin.
7 maçên ku duh hatin lîstin
Li aliyel din jî duh 7 maçên din hatin lîstin ew jî bi vî rengî ne:
Sabah 2 - 0 Slavia Praha
Lens 0 - 2 Sporting Lisbon
Villarreal 3 - 1 Napoli
Atletico Madrid 2 - 0 Manchester United
Inter Milan 3 - 4 Club Brugge
RB Leipzig 1 - 0 PSV Eindhoven
Arsenal 3 - 0 Lille