Taxima Îranê dê beşdarî Kûpaya Cîhanê bibe

Taxima Îranê wê beşdarî Kûpaya Cîhanê ya 2026'an bibe. Serokê FIFA'yê Gianni Infantino duh bi daxuyaniyekê beşdarbûna Îranê piştrast kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî êrîşên Îsraîl-Delwtên Yekbûyî yên Amerîkayê yên li ser Îranê gelek nakokî li ser beşdarbûna taxima Îranê di Kûpaya Cîhanê de derketin.

Serokê FIFA'yê Gianni Infantino, duh bi daxuyaniyekê beşdarbûna Îranê di Kûpaya Cîhanê ya 2026'an de piştrast kir.

Infantino di derbarê beşdarbûna taxima Îranê de axivî û got:

"Taxima neteweyî ya Îranê, tevî şerê bi Amerîka û Îsraîlê re, bê guman dê beşdarî Kûpaya Cîhanê ya ku ji hêla Dewletên Yekbûyî, Kanada û Meksîkayê ve tê lidarxistin bibe."

Gianni Infantino ji CNBC re piştrast kir ku beşdarbûna di vê bûyera mezin de ji bo Komara Îslamî girîng e û got: "Îran bê guman dê beşdar bibe."

Serokê FIFA'yê wiha domand: "Bê guman, divê Îran amade be ew nûnertiya gelê xwe dikin, ew mafdar bûn, lîstikvan dixwazin bilîzin."

'Divê werzîş ji siyasetê dûr be'

Serokê FIFA'yê Gianni Infantino destnîşan kir ku: "Divê ew bilîzin, werzîş divê ji siyasetê dûr be, Belê, em li ser heyvê najîn, em li ser gerstêrka Erdê dijîn, lê heke kesekî din bawer neke ku piran ava bike û wan saxlem û bihêz bihêle, em bawer dikin."

Li aliyek din jî Serokê Amerîkayê Donald Trump gotibû ku beşdarbûna Îranê di pêşbirkê de "ji bo jiyan û ewlehiya wan ne guncaw" e.

Li gorî Seroka Meksîkayê Claudia Sheinbaum, Îranê daxwazek pêşkêş kir ku maçên xwe yên qonaxa komê ji Dewletên Yekbûyî veguhezîne Meksîkayê, lê FIFA'yê ev daxwaz red kir.

Taxima neteweyî ya Îranê biryar e ku di qonaxa koman a pêşbirkê de a ku dê ji 11'ê Hezîranê heta 19'ê Tîrmehê were lidarxistin, li DYA`yê bilîze.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye