Di encama civîna Meclisa Parêzgeha Kerkûkê de parêzgar Rêbwar Taha û Cîgirê Yekem ê parêzgar Yawiz Hemîd ku Tirkmen bûn dest ji kar berdan.
Di hilbijartina civîna meclisê de, Serokê Eniya Tirkmen Mihemed Seman bû parêzgarê Kerkûkê yê nû.
Li gorî lihevkirinên ku hatine kirin wê di rojên pêş de erkên nû bên parvekirin.
YNK: Parêzgariya Kerkûkê encama lihevkirinekê ye
Ji aliyekî din ve jî Berdevkê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Karwan Gezneyî daxuyaniyeke rojnamevaniyê da.
Karwan Gezneyî helwesta partiya xwe ya derbarê qonaxa guhertina erka Parêzgariya Kerkûkê de nîşan da û got ku li gorî wan her erkek ne mîrateyeke siyasî ya heta hetayê ye û guherîna erkê pêvajoyeke demokratîk e.
Her wiha Karwan Gezneyî bal kişand ser nêzîkatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî û wiha domand:
"Eger ew ji erka parêzgarê Kerkukê bi fikar bûn, çima dengê xwe nedan Rêbwar Taha?
Ger ew bi me re bihatana, me yê qebûl kiriba ku erkê bi wan re biguherînin.
Ji ber ku ew nehatin, em neçar bûn bi wan re li hev bikin.
Ji ber vê yekê, em bi vê peymanê serbilind bin. Di pêşerojê de dê eşkere bibe kî baş e û kî xirab e."