Li Amûdê mihrîcana 2’emîn a çanda netewa demokratîk tê lidarxistin

Mihrîcan, bi rêvebiriya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê û hevkariya Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND), pêk tê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Mihrîcan, bi dirûşma “Bi Pirrengiya Çandên Me, Emê Sûriyeke Demokratîk Ava Bikin” tê lidarxistin.

Wê pêkhateyên Kantona Cizîrê bi cil û berg, xwarin û vexwarinên gelêrî beşdar bibin.

Mihrîcan, di 29’ê Cotmehê de, li Girê Mozan ê girêdayî bajarê Amûdê wê çêbibe, di demijmêr 09.30’an de dest pê bike û rojekê bidome.

Bernameya mihrîcanê wiha ye:

“Vekirin

Gotina Rêveberiya Xweser

Axaftina Komîteya Amedekar

Pênasekirina Girê Orkêş

Koma Dîret El Furat a Tebqayê

Koma Govendê ya Gulan Zelal a Hîlala Zêrîn

Koma Ertsax a Ermeniya

Koma Cûdî ya Kurdî

Dayîna Xelatan

Tevlîbûna Pêşangeha Pêkhateyan”

 Ji bo pênaseya çand û hunera ji her pêkhateyekê re wê konek bê danîn.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye