Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser mirina Alaedîn Emînê ku li Qamişloyê di desteserkirinê de canê xwe ji dest dabû û şewitandina konê wî yê sersaxiyê daxuyaniyek da.
Mezlûm Ebdî diyar kir ku ji bo lêkolînkirina bûyerê komîteyeke bêalî hatiye avakirin û berpirsyar kî bin wê bêyî cudakarî werin darizandin.
Ebdî li ser hesabê xwe yê Xê derbarê mirina bigûman a Alaedîn Emînê 33 salî û bûyerên piştî wê de peyamek belav kir.
Fermandarê Giştî êrişa li ser konê sersaxiyê yê Ala Emîn wekî "kiryareke sabotajê" pênase kir û got:
"Em tekez dikin ku wê alîyên pêwendîdar bi awayekî cidî li pey encamderan bin û di çarçoveya qanûnan de hesabê bipirsin."
Ebdî got: "Ciwanê bi navê Ala, berê ji aliyê yekîneyeke ewlehiyê ya Rêveberiya Xweser ve hatibû desteserkirin û di vê demê de canê xwe ji dest da.
Ji bo hemû aliyên sûc û çawaniya bûyerê derkevin holê komîteyeke bêalî ya lêpirsînê hatiye avakirin.
Piştî ku rojên pêş me encamên lêpirsînê temam bibin, wê bi awayekî zelal bi raya giştî re werin parvekirin."
Mezlûm Ebdî da zanîn ku kesên ku tevlî vî sûcî bûne û berpirsyar in, ji kîjan saziyê dibin bila bibin, bêyî ku ew li pêwendî û meqamên wan binêrin, bêyî ti tawîz û cudakariyekê wê biryardariya xwe ya ji bo hesabpirsînê dikin.
Her wiha Ebdî sersaxiyê ji malbat û xizmên wî re xwes û soz da wan ku wê edalet cihê xwe bibîne.