Li Tirkiyê zext û girtinên rejîma Erdogan li dijî mûxalîfan berdewam dike.
Saziyên girêdayî desthilata Erdogan qeyûm avît li ser Televîzyona TELE1 ê.
Derhênerê Weşana Giştî Merdan Yanardag hate binçavkirin. Derheqê Ekrem Îmamoglû de jî lêpirsîna ‘sîxuriyê’ hate vekirin.
Gokhan Kayiş ê ku li ser ekranên TELE1’ê bernameya ‘’Pisûleya Siharê’’ dema pêşkêş dike, serdegirtina li dijî kanalê di weşana zindî de ragihand.
Kayiş diyar kir ku komên TEM’ê hatine kanalê, karûbarê lêgerînê didome û biryara lêgerînê ya 11’emîn Dadgeha Cezayên Giştî nîşan dane.
Yanardag hate binçavkirin
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê jî têkildarî operasyonê daxuyanî da û got ku Yanardag, di çarçoveya lêpirsîna bi îdiaya “sîxûrtiyê” hatiye binçavkirin.
Serdozgeriyê, di daxuyaniyê de têgeha “Rêxistina sûc a Ekrem Îmamoglû” bi kar anî û da zanîn ku di çarçoveya heman îdiaya “sîxûriyê” de biryar hatiye dayin ku Ekrem Îmamoglû û Necatî Ozkan jî bînin serdozgeriyê.
Piştî lêpirsîna sîxûriyê qeyûm avêtin ser TELE 1'ê
Di çarçoveya lêpirsîna "sîxuriyê" ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de Fona Sîgortayan a Mevdûatê ya Teserûfê (TMSF) wekî qeyûm li ser Televîzyona TELE1ê hat tayînkirin.
Ji bo Şîrketa Radyo, Televîzyon û Weşana Dîjîtal a ABC, ku xwediyê TELE 1 e, qeyûm hate tayînkirin.
“Ti derew ne ji rastiyê bihêztir nîne”
Derhênerê Weşana Giştî yê TELE 1 Merdan Yanardag, bertek nîşanî tayînkirina qeyûm ji bo TELE 1 da û wiha got:
"Armanca wan bêdengkirina min û Tele1 e. Ti derew ne ji rastiyê bihêztir nîne.
Ji gelek aliyên siyasî û saziyên civaka sivîl li dijî operasyona li ser TELE1'ê bertekên tund hatin nîşandan.
Dem Partî: Em tayînkirina qeyûm a li ser TELE1'ê şermezar dikin
Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) bi daxuyaniyekê tayînkirina qeyûm şermezar kir.
Di daxuyaniya DEM Partiyê de wiha hate gotin:
"Em tayînkirina qeyûm a li ser TELE1ê bi awayekî herî tund şermezar dikin.
Em bangî desthilatê dikin ku dev ji hewldana bêdengkirina medyayê ya bi destê daraza ku kiriye amûr berde."
Serokê CHP'ê Ozel jî bertek nîşanda û got, "Hûn TELE1'ê bêdeng bikin jî nikarin gel bêdeng bikin"
Sendikaya Rojnamevanên Tirkiye, DÎSK, Komelaya Hemdem ya Rojnamevanan, Cemîyeta Rojnamevanan a Tirkiyê, Sendîkaya Dîcle-Firat ya Rojnamevanan, gelek siyasetmedar û partîyên siyasî jî bertek nîşanî vê operasyonê dan û piştgirî dan TELE1'ê.
Li ber avahiya TELE1'ê Hevsorêkê DEM Partî Tuncer Bakirhan, Serokê Partiya EMEP'ê û Serokê Partiya Karkerên Tirkiyê Erkan Baş daxuyanî dan.