Geşedanên dawî yên şerê Rûsya-Ukraynayê

Karbidestên Ukraynayê dibêjin; "Di êrîşa asmanî ya Rûsyayê li ser Kîevê de 4 kes mirin û nêzî 24 kes jî birîndar bûn." Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku êrîşên li dijî saziyên kompleksa leşkerî-pîşesaziyê ya Ukraynayê û tesîsên binesaziya enerjiyê pêk hatine. Hevalbendên Kîevê soz dan ku petrola Rûsyayê ji bazarê derxînin da ku makîneya şer a Putin 'bifetisînin'

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Karbidestên Ukraynî gotin ku şeva borî hêzên  Rûsyayê  li Kîevê bi mûşek û firokeyên bêmirov êriş pêkanîne,navendên binesaziyê û enerjiyê hedefgirtine. 

Hate diyarkirin ku di encama van êrişan de  4 kes hatin kuştin û nêzî 24 kesên din birîndar bûne.

Li gorî rayedarên bajêr, ji ber êrîşa li Kîevê agirekî gur pêketiye û vê yekê jî ziyan gihandiye binesaziya niştecihan û  baxçeyekî zarokan.

Di êrîşeke Rûsyayê ya li ser Kîevê de 4 kes hatin kuştin û 24 birîndar bûn

Serokwezîr Yulia Svyrydenko di vê derbarê de got: "Rûsya niha hewl dide ku li Ukraynayê karesateke mirovî biafirîne da ku bi zivistanê re hevdem be."

Wezîrê Derve yê Ukraynayê Andriy Sybiha jî got ku mûşek û balafirên bêmirov ên Rûsyayê tora enerjiyê, rêyên trênê û xanî li Dnipro, Xarkiv û Sumiyê jî kirine armanc.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky roja Şemiyê got "êrîşên bi vî rengî hewcedariya Ukraynayê ya bi pergalên parastinê yên hewayî zêde dikin" û daxwaza pergala parastinê kir.

Rûsya armancgirtina binesaziya Kîevê piştrast dike

Li aliyê din, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de got ku êrîşên li dijî saziyên kompleksa leşkerî-pîşesaziyê ya Ukraynayê û tesîsên binesaziya enerjiyê yên ku piştgirî didin operasyonên wê bûne.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî ragihand ku hêzên wê şeva borî 121 dronên Ukraynayê xistine xwarê, ku heft ji wan ber bi Moskowê ve difiriyan.

Hevalbendên Ukrayna soza "Fetisandina" bazirganiya Rûsyayê dan

Hevalbendên Kîevê di civîna Londonê de soz dan ku petrola Rûsyayê ji bazarê derxînin da ku makîneya şer a Putin 'bifetisînin'

Zêdetirî 20 welatên ku piştgirîya Ukraynayê dikin diyar kirin ku  ji bo zêdekirina zextê li ser Vladîmîr Pûtîn ji bo bidawîanîna şer ew di nava hewldanek hevrêz de ne  û  soz dan ku ew ê petrol û gaza Rûsyayê ji bazarên cîhanî derxînin.

Tê payîn ku zextên aborî yên li ser Rûsyayê berdewam bikin, bi taybetî bi rêya cezayên li ser petrol û gazê ku dikare bandorek girîng li ser aboriya wê ya şer bike.

Çavdêr  jî texmîn dikin ku êrîşên Rusyayê yên  li ser binesaziya girîng a Ukraynayê jî bi nêzîkbûna zivistanê re zêde bibin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye