Di xwepêşandanan de, herî kêm 19 kesan jiyana xwe ji dest da, bi sedan kes jî, birîndar bûn.
Ciwanên "Nifşê Z", gelek avahiyên fermî, wek avahiya parlamentoyê û mala serokwezîr, şewitandin.
ji ber xwepêşandanan, lîderê Partiya Komunîst Serokwezîr Sharma Oli, îstîfaya xwe ragihand.
Piştî kontrolkirina Katmandu, artêş bi çekên giran dewriyan digerîne, derketina derve qedexe kir, Kargeh, dibistan û qada hewayî hate girtin û 27 kes hatin binçavkirin.
Serfermandarê Artêşê General Ashok Raj Sigdel, bang li hemû aliyan kir ku diyalogê bikin.