Charlie Kirk yek ji çalakvan û kesayetên medyayê yên muhafezekar ên herî navdar li Dewletên Yekbûyî bû. Ew piştgirekî dilsoz ê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bû. Bi organîzekirina çalakiyên li derve li kampusên li seranserê welat dihat nasîn.
Charlie Kirk ê 31 salî,di çalakiyekê de ku ew li zanîngehê beşdar bûbû, rasti êrîşeke çekdarî hat. Hat ragihandin ku Kirk piştî êrîşê jiyana xwe ji dest daye.
Donald Trump: Kesî ji Charlie bêtir dilê ciwanan fêm nedikir
Piştî êrîşê, Trump li ser medyaya civakî daxuyaniyek parvekir û got:
"Charlie Kirk ê mezin,koça dawî kir. Li Dewletên Yekbûyî kesî ji Charlie bêtir dilê ciwanan fêm nedikir an jî nedigirt."
Her wiha Berdevka Zanîngeha Utah Valley Ellen Trean derbarê êrîşê de daxuyaniyek da:
Di daxuyaniyê de hate gotin ku "Derdorê saet 12:20ê piştî nîvro, ji avahiyek ku nêzîkî 200 metreyan ji axaftvanê dûr bû, gule hatin avêtin. Bi qasî ku em dizanin, ku êrişkar yekser ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye girtin."
Charlie Kirk di sala 2012an de di 18 saliya xwe de Turning Point USA, rêxistineke xwendekaran damezrand ku armanca wê belavkirina îdealên muhafezekar li zanîngehên Amerîkî yên lîberal bû.
Klîbên ku ew bi xwendekaran re mijarên wekî nasnameya transgender, nirxên malbatê nîqaş dike, bi gelemperî li ser medyaya civakî û di podcasta wî ya rojane ya bi heman navî de dihatin parvekirin.