Rûsya piştgiriyê dide çareseriya siyasî ya li Tirkiyê

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharovayê derbarê pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ragihand ku Rûsya piştgiriyê dide çareseriya siyasî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova derbarê pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, peywendiyê Rûsya bi Sûryê re û hilbijartinê Îraqê axivî û gelek agahî dan.

Marîa Zakharova di derbarê pêvajoya çareseriyê de diyar kir ku Rûsya piştgiriyê dide çareseriya siyasî û got:

"Rûsya piştgiriyê dide çareseriya siyasî ya pirsgirêk û aloziyên heyî, hewlên hemû aliyan yên di vî warî de pêşwaziyê dike û em dizanin ku her welat pêdiviya wê bi aştî û aramiyê heye."

"Têkiliya Rûsya û Sûriye di hemû astan de çalak bûye"

Her wiha Maria Zakharovayê destnîşan kir ku bi Sûriyeyê re gotûbêjên wan berdewam dikin û pêwendiyên wan di hemû astan de çalaktir bûne.

Maria Zakharovayê amaje bi civîna 15'ê Mijdarê a di navbera serokên Rûsya û Sûriyeyê ya li Moskowê kir û got:

"Diyaloga di navbera Rûsya û Sûriyeyê de berdewam dike.

Têde gelek beşên hevkariya dualî hene, sektora gaz û petrolê jî yek ji wan e.

Aliyên darayî bi taybetî bi rêya saziyên pêwendîdar ve tên gotûbêjkirin."

"Em hêvîdar in hilbijartin bi serkeftî bi rê ve biçe"

Maria Zakharovayê hilbijartinên Parlamentoya Îraqê ku biryar e 11'ê Mijdarê bên kirin, wekî "qonaxeke girîng" a di jiyana siyasî de girte dest û got:

"Em hêvîdar in ku dostên me yên Îraqî bi serkeftî vê hilbijartinê bi rêve bibin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye