Talîbana Afxanistanê: Me 14 leşkerên Pakistanî kuştine

Wezareta Parastinê ya Talîbana Afxanistanê ragihand ku wan êrîşî sînorê Pakistanê kirine û 14 leşkerên Pakistanî kuştine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê Afxanistan û Pakistanê kete hefteya xwe ya sêyemîn.

Wezareta Parastinê ya Talîbana Afxanistanê di daxuyaniyekê de, ragihand ku êrîş li nêzî parêzgehên Kunar û Nangarhar ên Afganistanê, hatine kirin.

Wezaretê diyar kir ku piştî êrîşa hewayî ya dawî ya Pakistanê wan jî êrîşek li ser sînor pêk anîne û 14 leşkerên Pakistanî kuştine.

Her wiha Rayedarên Talîbanê ragihandin ku di pevçûnan de 11 leşkerên Pakistanî birîndar bûne û di operasyonê de çeperek leşkerî ya Pakistanî hatiye girtin.

Rayedarên Pakistanî qebûl kirin ku êrîşên Talîbanê yên bi dronên bêmirov li nav axa Pakistanê pêk hatine, lê hejmara qurbaniyan a ku Talîbanê îdia kiriye pişt rast nekirin.

Serokê Pakistanê Asif Elî Zerdarî êrîşên bi dronên bêmirov şermezar kir û wan wekî binpêkirina serweriya Pakistanê bi nav kir.

Pevçûn piştî êrîşên asmanî yên Pakistanê yên serê sibeha Înê li ser hedefên li parêzgehên Kabûl, Qendahar, Paktîka û Paktiya yên Afganistanê pêk hatin.

Hikûmeta Talîbanê li Afganistanê roja Înê artêşa Pakistanê bi armancgirtina malên sivîlan tewambar kir û îdia kir ku şeş sivîl hatine kuştin û zêdetirî 24 kes birîndar bûne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye