Çavkaniyên ewlehiyê ragihandin ku li bajarê Sermanê yê rojavayê paytexta Lîbyayê di navbera komên çekdar de pevçûn qewimiye, di encamê de 4 kes hatin kuştin û zêdetirî 10 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane AFP‘ê, pevçûn di navbera komeke girêdayî dezgeha Têkoşîna Lidijî Gefên Ewlehiyê û endamên Tabûra Milîs a 103‘an de derket.
Çavkaniyên ewlehiyê dane zanîn ku pevçûn belavî herêmên Serman û beşek ji bajarê Zawiyê bû, ji bo rawestandina pevçûnan hewldan dewam dikin.
Her wiha Hikumeta neteweyî ya Lîbyayê der barê bûyerê de tu daxuyanî nedaye.