Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed pêşwaziya rêveberê giştî yê Rêveberiya Giştî ya Kar û Barên Aqaran a Sûriyê Ebdulkerîm Idrîs kir.
Her du alî li avahiya parêzgehê, bi amadebûna endamê komîteya entegrasyonê ya Rêveberiya Xweser Hesen Şaro re civînek li dar xistin.
Di civînê de mekanîzmaya entegrekirina rêveberiyê û rêyên pêşxistina pergala wê ya rêxistinî bi awayekî ku bibe alîkar ji bo zêdekirina kargeriya karê wê û baştirkirina xizmetguzariyan, hatin gotûbêjkirin.