Şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê bandoreke mezin li ser Başûrê Kurdistanê kiribû.
Ji ber şer gef li ser ewlehiya Başûrê Kurdistanê hebû.
Lewma wezaretên Perwerde û Xwendina Bilind ên Başûrê Kurdistanê roja 27`ê Adara îsal biryara rawestandina xwendina normal dabûn û sîstema perwerdeyê bû bi rêya Onlinê.
Zanîngeh û peymangehan jî ji 30`ê Adarê ve sîstemên xwe yên (online) ji bo berdewamiya pêvajoya xwendinê bi kar anîn.
Dibistanên nehikûmî jî li gorî sîstema xwe ya taybet xwendina onlinê dikirin, bi vî rengî jî rê nehat dan ku pêvajoya perwerde û fêrkirinê li Başûrê Kurdistanê bê rawestandin.
Piştî 40 rojan û ragihandina agirbestê di navbera Amerîka û Îranê de zingilê cihên perwerdeyê li Başûrê Kurdistanê lê da.
Pêvajoya xwendina li nav polan duh yekşemê li hemî dibistan, zanîngeh û peymangehên Başûrê Kurdistanê hat destpêkirin.
Li gorî amaran, li Başûrê Kurdistanê zêdetirî milyonek û 700 hezar xwendekarên dibistanên hikûmî û taybet hene.
Her wiha zêdetirî 200 hezar xwendekarên ku li zanîngeh û peymangehên hikûmî û taybet dixwînin.
Nêzîkî 150 hezar mamoste û fermanberan jî serpereştî û birêvebirina vê pêvajoyê kirin.