Şêniyên Eşrefiyê banga rakirina dorpêçê kirin

Şêniyên devera Benî Zeyd a taxa Eşrefiyê bi daxuyaniyekê bang li Hikumeta Veguhêz kirin ku ambargoya li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rakin. Her wiha binpêkirinên li dijî şêniyan rawestînin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Ev 24 rojin xelkên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji aliyê Hikumeta Veguhêz a Sûriyê ve di bin dorpêçê de ne. 

Şêniyên devera Benî Zeyd a taxa Eşrefiyê ya Helebê derbarê ambargoyê de daxuyaniyek dan û gotin:" Di demekê de ku pêkhateyên Sûriyê li hêviya aştî û ewlehiyê ne, lê êrîş û dorpêç li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çêdibin."

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyê û komên girêdayî wê bê sedem êrişî her du taxan dikin û binpêkirinan li dijî şêniyan pêk tînin û wiha hate gotin:  

"Hikûmeta Veguhêz berpirsyariyên xwe li hemberî şêniyên her du taxan bi cih nayîne, di heman demê de veguhestina ewle ya şêniyan di navbera bajarê Helebê û gelemperiya Sûriyê de naparêze."

 

"24 rojin ambargo li ser her du taxan berdewam dike"

 Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku komên çekdar di demên dawîyê de binpêkirinên diyar li dijî sivîlên her du taxan kirine û ev 24 rojin  ambargo li ser her du taxan danîne.

 

"Armanca ambargo şikandina îradeya civakê ye"

 

Hat destnîşankirin ku armanca ambargoyê şikandina îradeya civaka azad û hevgirtî ye û wiha hate gotin: "Tevî ragihandina agirbestê jî, hîna jî bendên derdora her du taxan û devera Benî Zeyd dewam dikin.

 

" Ev binpêkirin ji aliyên komên desteka xwe ji Tirkiyê digirin"

 

Di dewama daxuyaniyê de, ambargoya ku Hikûmeta Veguhêz ferz kiriye û binpêkirinên li dijî sivîlan û revandina wan hat şermezarkirin.  

 

“Ev kiryar jiyana şêniyan dike xeteriyê”

Şêniyên devera Benî Zeyd a taxa Eşrefiyê ya Helebê gotin: "Ev kiryar, ne binpêkirinên ferdî, siyaseteke sîstematîk e. Bi van kiryaran jiyana şêniyan dixin xetereyê û pêvajoya siyasî ya aramkirinê lawaz dikin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li Hikumta Veguhêz hat kirin ku berpirsyarên xwe li hemberî şêniyên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zeyd bi cih bînin û wiha hat gotin: 

" Bihêlin madeyên sereke, sotemenî û derman derbas bibin, êriş û binpêkirinên li dijî sivîlan rawestînin,  bendên axî rakin û hesab ji berpirsên van binpêkirinan bipirsin."

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye