YJÊRˊê li ser plan û gefên li dijî Şengalê hişyarî da

YJÊR'ê derbarê hewldanên bêçekirina Êzidiyan de hişyarî da. Her wiha YJÊR'ê destnîşan kir ku mafê xelkên Şengalê heye ku parastina rewa li hember xeteriya qirkirinê pêk bînin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Yekîtiya Jinên Êzidî ya Rojava (Y.J.Ê.R) derheqê siyasetên li dijî xelkên Şengalê û hewldanên derbekirina projeya Rêveberiya Xweser û berxwedana Êzidiyên li Şengalê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de Yekîtiya Jinên Êzidî fikarên xwe li beramber siyasetên sîstematîk ên li dijî kur û keçên civaka Êzidî têne meşandin, anîn ziman.

Yekîtiyê bal kişand ser fermana hovane ya 2014'an a li ser Şengalê ku niha jî dixwazin heman sînaryoyê dubare bikin.

Li gorî daxuyaniyê hewldanên bêçekirina Êzidiyan gefeke rasterast a li ser ewlehî û aramiya herêmê ye.

YJÊR ragihand ku siyasetên di çarçoveya planên Tirkiyê de tên meşandin, ji bo armancgirtina Şengalê ye.

YJÊR destnîşan kir ku Tirkiyê hewl dide îradeya Êzidî qels bike û modela wê ya rêxistinî xera bike.

YJÊR: Divê civaka navneteweyî berpirsiyartiyên xwe li hemberî Şengalê bi cîh bîne

Yekîtiya Jinên Êzidî di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang û daxwaz ragihand:

 

"Em tevahî şêweyên dûrxistina Êzidiyan a siyasî li Îraqê red dikin.

 

Em daxwaza misogerkirina nûnertiya wan a rasteqîn di saziyên dewletê û biryargirtinê de dikin.

 

Her hewildaneke ji bo bêçekkirina Êzidiyan jî red dikin.

 

Divê Hikûmeta Îraqê berpirsyariya parastina Êzidiyan û nehiştina dubarekirina fermana 2014’an bigire ser xwe.

 

Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku berpirsiyartiyên xwe li hemberî gefên li ser Şengalê diqewime, bicîh bînin.

 

Jinên Êzidî di fermanê de bedelên herî mezin dan û em qebûl nakin ku sînaryo bi awayên siyasî yan leşkerî yên nû werin dubarekirin.

 

Ewlehî û aramiya Şengalê bi rêzgirtina îradeya gelê wê û mafê wan ê parastina xweser ve girêdayî ye."

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye