Her diçe bîlançoyên nû di şerê Sûdanê de belav dibin.
Duh Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Volker Turk li Cenevreyê ji Konseya Mafên Mirovan a NY'yê re axivî.
Volker Turk anî ziman ku wan piştrast kiriye ku di sala 2025'an de herî kêm 11 hezar û 300 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Volker diyar kir ku bi hezaran kes hîn jî winda ne, yan jî nasnameya wan nekariye bê tesbîtkirin û herî kêm 500 bûyerên destdirêjî û destavêtinê bi belge kirine.
Turk ragihand ku înfaza bê daraz a mirovên bi îdîaya "pêwendiya xwe bi dijmin re heye" zêde bûye.
Volker Turk destnîşan kir ku di sala 2025'an de, ji bilî windahiyan û cesedên nasnameya wan nediyar hejmara mirina sivîlan li gorî salek berê bi du qat û nîvî zêde bûye.
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Volker Turk got ku ji kuştina mirovan hêzên paramîlîter, artêş û piştevanên wan ên biyanî berpirsyar in.
Li Sûdanê nêzî 3 sal in artêşa Sûdanê û hêzên paramîlîter Hêzên Piştevaniya Lezgîn li dijî hev şer dikin.
Di şer de bi deh hezaran kes jiyana xwe ji dest dan.
Her wiha nêzî 13 milyon mirov jî ji cih û warê xwe koçber bûn.
Tê gotin, pêwîstiya bi deh milyonan mirov bi alîkariya mirovî heye.
Neteweyên Yekbûyî ji bo bidawîkirina şer û parastina sivîlan banga avêtina gavên lezgîn dubare kir.