YE wê herdem pereyên Rûsyayê desteser bike

Yekîtiya Ewropa qebûl dike ku pereyên Rûsya yên desteserkirî wekî deynek ji bo Ûkraynayê bikar bîne. Bruksel ji bo vê pêk bîne, biryara desteserkirina heta hetayê ya pereyên Rûsyayê da. Ev pereyê bi qasî 165 milyar dolarî li bankeyeke li Brukselê tê girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Yekîtiya Ewropayê roja Înê razî bû ku hebûnên banka navendî ya Rûsyayê yên li Ewropayê bêdawî desteser bike.

Armanc ji vê helwestê ev e, rêya bikaranîna van pereyan a ji bo Ûkraynayê bê vekirin.

Rûsya bertekên tund nîşana vê biryarê dide û dibêje ku gaveke wisa hiqûqa navneteweyî binpê dike.

Zelensky: Rûsyayê bi hezaran welatiyên me bê elektrîk hişt

Di vê dema ku ji bo Ûkraynayê civîn li dûv civînê tê lidarxistin, Rûsya jî êrişên xwe yên li ser vî welatî didomîne.

Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky li ser Xê got, ku Rûsyayê bi 30 moşek û 450 dronan êrîşî welatê wan kiriye.

Di êrîşên dawî de zirar gihîştîye 10 tesîsên sivîl û hezaran welatî bê elektrîk man e.

Zelensky da zanîn ku zirara herî mezin a êrîşê li pergala me enerjiyê ya li herêma Odessayê pêk hatîye. 

Moskow ji dagirkirina xwe ya 2022an vir ve gelek caran binesaziya enerjiyê ya ûkraynayê hedef digire.

Wezareta parastina rûs jî di daxuyanîyekê de cî da êrişên Ûkraynayê û got,  pergalên parastina hewayî yên Rûsyayê169 dronên Ûkraynayê xistine xwarê.

Du kes di êrîşa dronên Ûkraynî de li Saratovê hatin kuştin

Ûkrayna êrişeke din a dronan jî bir ser bajarê Saratovê.

Rûsyayê ragihand, ji ber vê êrişê li Saratovê du kes hatine kuştin.

Di daxuyanîya Rûsyayê de hat destnîşankirin, di êrişa li ser wargeheke sivîl de gelek kes jî birîndar bûne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye