Berdevkê Daîreya Agahdarî û Çandê ya Hikûmeta Efxansitanê Zîwer Rehman Spîngar ji ajansa nûçeyan a Efxanî "Pajhwok" re got ku; Artêşa Pakistanê di 24 demjimêrên borî de 85 top avêtin e.
Her wiha anî ziman ku 16 top li deverên niştecihbûnê yên navçeya Nari ketine.
Di encamê de sivîlek hat kuştin û 6 kesên din jî birîndar bûne û wiha lê zêde kir:
Artêşa Pakistanê li navçeya navendî ya Sakarno 2 êrîşên bi dronan pêk anîne û 47 mûşekên dûr-menzîl avêtine.
Di encamê de sivîlek hat kuştin û 2 yên din jî birîndar bûn.