Rayedarên rêveberiya karesatan ragihandin ku li Pakistanê di nav 48 seatên dawiyê de, ji ber lehiyê, 330 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li pakistanê di nava mehekê de, ji ber lehiyan zêdetirî 600 kesî jiyana xwe ji dest dane.
Rayedaran dan zanîn ku li parêzgeha çiyayî ya Xayber Paktûnxwayê 180 kes ji ber lehiyê mirine.
Li Keşmîra Pakistanê ji ber lehiyê 7 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Her wiha li Keşmîra Hindistanê jî, di lehiya li gundekî li Hîmalaya de, herî kêm 60 kes mirin û bi dehan kesên din jî, ji cih û warên xwe derketin.