Encûmena Hişyariyê ya Sûdanê ragihand ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn herêma Mustariha ya li eylata Darfûra Bakur bombebaran kirin û mala serokê wan Mûsa Hîlal kirin hedef, lê ew sax filitî.
Her wiha Encûmenê, Hêzên Piştgiriya Lezgîn bi bombebarankirina nexweşxaneyekê û malên sivîlan di dema êrîşê de tawanbar kir.
Navenda Hîlal li Darfûra Bakur hat bombebarankirin
Berdevkê Encûmenê Ehmed Abkar da xuyakirin ku gelek êrîşên asmanî li ser Mustarîhayê hatine kirin û mêvanxaneya Hîlal jî rastî êrîşekê hat.
Berdevkê Encûmenê dest nîşan kir ku Hîlal nemiriye, lê di encama vê êrîşê de sivîl bûne qurbanî û got:
"Êrîş di du qonaxan de pêk hatiye, ya yekem konê şînê hedef girtiye û ya duyem jî mala welatiyekî hedef girtiye."
Mûsa Hîlal piştgiriya artêşa Sûdanê dike
Hîlal, Hêzên Piştgiriya Lezgîn wekî "milîsên çete û kirêgirtî" bi nav kir, piştgiriya xwe ya tevahî bi Fermandarê Giştî yê Artêşa Sûdanê, Ebdulfetah Burhan re, dubare kir.
Rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî, Mûsa Hîlal bi tawanên şer tawanbar kirin û Konseya Ewlekariyê ceza li dijî wî ferz kirin, di nav de qedexeyên rêwîtî û cemidandina mal û milkên wî.
Lê belê, wî ev tohmet red kirin.
Zextên navneteweyî yên ku li ser Hikûmeta Sûdanê ji bo çareserkirina êrîşên li dijî sivîlan zêde bûne, dibe ku hikûmetê neçar bike ku Mûsa Hîlal radestî rayedarên navneteweyî bike.
Tê gotin ku Mûsa Hîlal têra xwe agahî hene ku heke Hikûmeta Sûdanê li dijî wî derkeve, ew dikare gefê li Hikûmeta Sûdanê bixwe.
Ji ber vê yekê, Hikûmeta Sûdanê gelek caran rexneyên navneteweyî yên di derbarê biryara bicihkirina Mûsa Hîlal bo şêwirmendê Wezîrê Karûbarên Federal Abdel Basit Sabderat de red kiriye.
Hat gotin ku Serokê Sûdanê yê berê Umer Beşîr gotiye:
"Mûsa Hîlal di aramî û ewlehiya herêmê de gelek beşdar bûye."
Saziyên navneteweyî Mûsa Hîlal bi kuştina sedan sivîlan tewanbar dikin
Mûsa Hîlal, serok û rêberê eşîra ereb a Sûdanî ya ji Begara ye.
Mûsa, di sala 2003`an de weke serokê milîsên Cencawîd bû.
Saziyên navneteweyî eşkere kirin ku di wê demê de bi riya fermana rasterast a ku ji aliyê Mûsa Hîlal ve, milîsên Cencawîd 30 gund wêran kiribûn û 200 kes jî kuştibûn.
Her wiha li ser zêdetirî 200 keç û jinan tecewaz kiribûn û 350 jin û zarok jî, ravendibûn.
Di sala 2014`an de Mûsa ji Partiya Kongreya Neteweyî ya desthilatdar a Sûdanê veqetiya û tevgereke nû da destpêkirin ku bi navê Encûmena Şoreşger a Hişyarbûna Sûdanê tê naskirin.