Di ser "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber Apo re salek derbas bû.
Di nava salekê de, li Meclisê bi beşdariya hemû partiyên siyasî -ÎYÎ Partî ne di nav de- Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî ava bû û rapora vê komîsyonê bi raya giştî re hate parvekirin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Endama Meclisa Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) parêzer Gulay Koca Ozturkoglû bal kişandandin ser rapora komîsyonê û nirxandinên xwe kirin.
Bakirhan: Rapora komisîyonê ne çareserî ye

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku li parlementoyê komîsyonek hat damezrandin, lê tiştên ku hatine gotin ne tekez in û wiha got:
"Ev rapor, ji pirsgirêka Kurdan re ne çareserî ye . Li ser ruhê pêvajoyê divê xebat û çalakî bên mezinkirin û xurtkirin.
Miletê Kurd ev sed sal in ji bo nasname, ziman û çanda xwe bedel û ked didin.
Têkoşîna me hîn neqediyaye. Niha dem dema bidestxistina maf e. Niha divê em hemû partî û mafên xwe biparêzin."
Metna raporê cihê rexneyê ye

Endama Meclisa DEM Partiyê Gulay Koca Ozturkogl jî diyar kir ku zimanê di raporê de hatiye bikaranîn ruhê pêvajoyê nîşan nade, bi taybetî têgeh û gotinên hatine bikaranîn nîşan didin ku nêzîkatiya berê dewam dike û wiha axivî:
"Em dibînin ku ev ziman dûrî feraseta avakirina civaka demokratîk û ruhê pêvajoyê ye. Gereke zimanekî tevgir bihata bikaranîn û şûna têgeha 'terorê' diviyabû zimanekî baştir hebaya."
Di dawiyê de Parêzer Gulay Koca Ozturkogl, metna raporê rexne kir û desnîşan kir ku gereke rapor bi zimanê Kurdî jî hatiba nivîsandin.