Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK got ku ev biryar li dijî madeya 4an a Destûra Bingehîn a Iraqê ye, ev yek jî anî ziman ku divê Serokkomarê Iraqê li gorî destûrê, wezaretê neçar bike ku wekheviyê biparêze..
Wezareta Xwendina Bilind a Iraqê biryara qedexekirinê betal kir
Ji aliyê xwe ve jî, Wezîrê Dadê yê Hikûmeta Iraqê Xalid Şiwanî eşkere kir ku ew bi wezîrê Xwendina Bilind re axivîye û biryara qedexekirina bersivdayîna pirsan bi zimanê Kurdî, betal kiriye.
Her wiha biryara çareserkirina pirsgirêkê hat dayîn û ezmûn wê weke sala borî berdewam be.
Ji bilî zimanê Erebî wê xwendevan bikaribin bi zimanê Kurdî jî ezmûna xwe bikin.