Şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê de dewam dike.
Îran û komên çekdar ên li Îraqê ku girêdayî rêjîma Îranê ne, her roj êrîşî Başûrê Kurdistanê dikin.
Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)`ê Mesûd Barzanî têkildarî êrîşên komên çekdar ên li Îraqê daxuyaniyek da.
Mesûd Barzanî, destnîşan kir ku di dîrokê de, gelê Kurd her dem aştî û pêkvejiyan xwestine û eger şer li ser wan hatibe ferzkirin jî li ber xwe dane û parastina mafê xwe kirine.
Barzanî anî ziman ku li herêmên wan aloziyên mezin derketine û ew rêya çareseriyê û aştiyê her dem destnîşan dikin.
Serokê PDK'ê bal kişand ser koma bi navê Miqaweme ku bi hincet û dirûşmên cuda êrîşî sivîlan û aboriya Başûrê Kurdistanê û baregehên Pêşmergeyan dikin û got:
"Sînorê bêhnfirehiyê û her tiştî heye.
Pêşmerge zilm û zordariya tu aliyekê qebûl nake.
Em ê rê nedin Kurdistan bibe qadeke şer û em ê ewlehî û jiyana xelkê biparêzin."
Barzanî bang li Hikûmeta Îraq û Parlamentoyê, kir ku bi rengekî cidî nêzkî vê mijarê bibin û sînoreke ji bo van êrişan deynin.
Bafil Talebanî: Me navê kesên êrîş kirine daye Bexdayê
Her wiha Serokê YNK’ê Bafil Talebanî jî têkildarî êrişên li ser Başûrê Kurdsitanê peyamek li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal weşand.
Di peyama xwe de Bafil Talebanî destnîşan kir ku wan girîngî daye dîplomasiyê ku li ser asta dan û standina bi rêveberên Îranê, Amerîka û Tirkiye ji bo ku Başûrê Kurdistanê ji vê rewşê bê parastin.
Talebanî anî ziman ku wan navê hinek kes û aliyên êrîşî Başûrê Kurdistanê kirine, dane Bexdayê ji bo pêşîgirtina pêwîst û got:
"Eger li gorî vê yekê Baxda tevger neke, em ê bi xwe bi wan re bikevin nava nêzîkatiyan."
Parlamentoya Îraqê: Em rê nadin ku ti alî welat ber bi şer ve bibe
Li aliyekî din jî Beşa Ragihandinê ya Parlamentoya Îraqê têkildarî êrîşan daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de êrîşên li ser Îraqê, navend û baregehên ewlehî û leşkerî heta şermezarkirin.
Hate gotin ku ew qet qebûl nakin ne xaka Îraqê û ne jî esmanê Îraqê ji bo her kareke dijminane bê bikaranîn ji bo welatên cîran.
Herî dawî Parlamantoyê daxwaz ji Meclisa Ewlehiyê ya NY û hemû saziyên navneteweyî û herêmî kir ku ji bo pêşîgirtina êrişan bikevin nava liv û tevgerê.