Di 8`ê kanûna 2024`an de li Sûriyê rêjîma Baasê hilweşiya.
Wê rojê hemû zindanên rêjîma Baasê hatin vekirin û hemû girtî serbest bûn.
Gelê Sûriyê bi hilweşîna Rejîmê kêfxweş bin jî, lê rejîma nû ji ber kiryarên raboriya wê, ji hêviyê zêdetir, tirsek di nava xelkê de belav dikir.
Li gorî Reuters`ê çekdarên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê bi hezaran ji leşkerên rêjîma hilweşiyayî girtin û xistin zindanan.
Dîsa di komkujiya li perava Sûriyê de jî çekdar û hêzên Hikûmeta Veguhêz bi sedan welatiyên Elewî kuştin û bi sedan jî girtin û ew xistin zindanan.
Di 12`ê Tîrmeha 2025`an de, li başûrê Sûriyê ji aliyê çekdar û hêzên hikûmeta veguhêz ve bi sedan Durzî hatin kuştin û bi sedan jî hatin girtin.
Her wiha bi sedan çalakvan, xiristiyan, Şî`î û gelek Sunnî bi hinceta têkiliyên bi rejîma Esed re hatin tawanbarkirin, girtin û êşkencekirin.
Hikûmeta Veguhêz di 4 pêlên girtinê de gelek zindan dagirtin
Reutersê da zanîn ku çend zindan û navendên Esed ên ku bi navê xwe yê ne baş tên naskirin, Îro ew bi welatiyên Sûrî yên ku ji aliyê hêzên ewlehiyê yên hikûmeta veguhêz a Sûriyê ve bêyî tawanên wan hebin, hatine dagirtin.
Hezar û 500 Elewî di komkujiya li peravê de hatin kuştin
Reutersê di 28 zindanan de navên 829 kesan kom kir ku ji ber sedemên ewlehiyê ji dema hilweşîna rejîma Esed ve, hatine girtin.
Ev daneyên ku hatine tomar kirine, lê hejmar ji vê daneyê gelekî zêdetir e.
Di 6`ê adara 2025`an de li perava Sûriyê çekdaran û hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyê li dijî Elewiyan komkujiyek pêk anîn û tê de dora hezar û 500 Elewî hatin kuştin.
80 malbatan ragihand ku xizmên wan çend meh in winda ne.
Reutersê li gorî îfadeyên girtiyên berê û malbatên wan ragihand ku xizmên wan li zindanan rastî Danûstandinek ne baş û şantajê hatine.
Reutersê da zanîn ku di sala 2025`an de, di zindanan de herî kêm 11 kes hatine kuştin.
Hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyê di êşkenceya girtiyan de sîstema rêjîma Baas bi serê girtiyan de pêk tînin.
Li zindanên Şam, Hums û Laziqiyê bi rêbazên berê wekî dulab, Şebeh, Kebilê Kehrebeyê li girtiyan didin .
Hikûmeta veguhêz a Sûriyê soz dabû ku zindanên rejîma Baas bigire, lê ji vê sozê vegeriya. Hîna temenê hikûmeta nû, salek tije nekirîbû, gelek ji wan zindanan hatin vekirin û niha bi hezaran girtî di van zindanan de rastî kiryarên xirab û dermirovî tên.
Her wiha xwarin kêm e û pirsgirêkên din yên cur be cur, nexweşiyên çerim di nava girtiyan de belav bûne.
Şantaja li dijî malbatên girtiyan
Li rex van hemûyan jî, hêzên hikûmeta veguhêz malbatên Girtiyan şantaj dikin.
Li gorî daneyên hatine tomarkirin, hêzên hikûmeta veguhêz di berdêla sozên derew yên berdana girtiyan de pereyan ji malbatên wan distînin.
Ew ji bo sivîlan 500 dolar û ji bo efserên rêjîma Baas heta 90 hezar dolarên Amerîkî dixwazin.
Ev kirin û sûc hikûmeta berê ango rêjîma Baasê hilweşandibû, niha rejîma nû heman kiryaran dubare dike.
Hikûmeta veguhêz a Sûriyê jî li ser heman rêbazî û sîstemê dimeşe.
Dengê welatiyan qut dike, komkujiyan pêk tîne û bi darê zorê sîstema yek al, yek netew û yek ziman ferz dike.
Her kesê ku li dijî vê neheqiyê dengê xwe bilind dike, tê girtin û çewsandin.
Gelo hikûmeta niha piştî salekê çiqas ji daxwazên gelê Sûriyî pêk anîye?