Li Amedê bi pileya 4.0 erd hejiya

Hat ragihandin ku li Amedê bi pileya 4.0 erd hejiya ku navenda baregehê navçeya Hênê bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokatiya Rêveberiya Afet û Rewşa Lezgîn (AFAD) diyar kir ku Amedê erdhej çêbûye.

Hat gotin ku erdhej 13,15 kîlometre di kûrahiya erdê de ye.

Erdhejê niştecihên Amed û parêzgehên derdorê tirsand.

Çavdêrgeha Kandilliyê ragihandin ku di saet 2:49 de erdhejek bi pileya 4.0 çêbûye, navenda wê li navçeya Hênê ya Amedê ye.

Erdhej li parêzgehên derdorê yên wekî Elazîz, Êlih, Çewlîk û Mêrdînê jî hatiye hîskirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye