Êrişên dewleta Îranê yên li ser kampên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê berdewam dikin. Sibeha îro, hêzên Îranê kampa Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ya li devera Sûrdaşê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyeyê ve kirin hedef.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine girtin, êriş bi sê dronan pêk hatiye. Di encama teqîna droneyan de agir bi hin xaniyên li hundirê kampê ket. Hat ragihandin ku di rûdanê de ti windahiyên canî tune ne, lê belê zirarên madî yên mezin gihîştine xaniyên penaberan.