Helbestvanê navdar ê Kurd Ehmed Huseynî ev demeke dirêj e ji ber nexweşiya penceşêrê li Swêdê dihat dermankirin.
Îro Ehmed Huseynî jiyana xwe ji dest da.
Ehmed Huseynî di sala 1955’an de, li Amûdê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye.
Huseynî dibistana seretayî, navîn û amadeyî li bajarê Amûdê xwendiye.
Ehmed Huseynî li Zanîngeha Şamê ya Sûriyê beşa Felsefeyê qedandiye.
Hikûmeta Sûriyê nehişt ku Ehmed Huseynî bi dîplomeya xwe bixebite. Ji ber vê yekê Ehmed Huseynî neçar ma ku karên xwe bi tena serê xwe bike.
Lewra Huseynî jî mîna gelek xortên Kurdan berê xwe da Ewropayê. Di sala 1989’an de çû Swêdê.
Helbestvanê Kurd jiyana xwe di nava xwendin û nivîsê de derbas kir.
Di nava rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê de, gelek xebatên hunerî û rewşenbîrtiyê kiriye.
Ehmedê Huseynî helbestvanekî navdar ê Kurd bû.
Wî bandoreke mezin li helbestvanên ciwan kir.
Tevlî gelek pêşengehên pirtûkan bû, gelek caran tevlî bernameyên îmzekirina berhemên xwe bû, gelek caran tevlî bernameyên televîzyonê jî bûye.
Di sala 2002’yan de berhemên Ehmed Huseynî yên giştî yên bi navê Dîwan ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hate çapkirin.
Her wiha Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ji bo wêjevanê kurdî û Serokê Yekitiyê helbestvanan Ehmed Huseyîn daxuyanî dan û wiha gotin:
"Bi navê Yekitiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, em sersaxî ji malbata Ehmed Huseyîn re dixwazin.
Sebir bide wan û xwedê rehmeta xwe lê bike.
Helbestvan Ehmed Huseynî ji sala 2013`an ve, dihat Rojava û diçû û di sala 2016`an de, bi temamî li Rojava ma. 15 dîwanên helbestan nivîsandin."