Platforma Saziyên Demokratîk a Mêrsînê agirê yekem ê Newrozê yê bajêr li Parka Aştiyê ya navçeya Akdenîzê pêxist.
Girse ji avahiya Rêxistina Navçeya Akdenîzê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) heta Parka Aştiyê meşiyan.
Di tevahiya meşê de, gelek caran dirûşmeyên wekî "Bijî Newroz", "Bijî Serok Apo" û "Jin jiyan Azadî" hat berzkirin.
Hevserokê Şaxa Parêzgeha Mêrsînê ya DEM Partiyê Reşat Aşan banga beşdarbûna pîrozbahiya Newrozê ya ku dê di 22'ê Adarê de li Herêma Tirmil a navçeya Akdenîzê were lidarxistin kir û got:
"Em li bendê ne ku bi deh hezaran kes beşdarî mîtîngê bibin."
Endama Komîteya Newrozê Meral Gultekin jî got:
"Mîrata dîrokî ya Newrozê dê têkoşîna me ronî bike û çanda berxwedanê ya ku bi sedsalan hatiye avakirin dê wekî hêza herî bingehîn a parastina hebûna gelê me ji nû ve were zayîn."
Meral Gultekin diyar kir ku îradeya azadiya jinan temsîla xwe di berxwedana Rahşan, Ronahî, Zekiye û Bêrîvanê de dîtiye.
Di dawîyê de Meral Gultekin bang li ciwan, jin, karker û hemû gelên ku ji azadiyê hez dikin kir ku li qadên Newrozê bicivin; têkoşîna ji bo yekîtî, azadî, demokrasî û wekheviyê xurt bikin."
Piştî daxuyaniyê, girseyê careke din li ber stranên Newrozê govend gerand.