Lîjneya Bilind a Bicihanîna Peymana Ewlehiyê ya Îraq û Îranê civiyan

Lîjneya Bilind a Bicîhanîna Peymana Ewlehiyê ya di navbera Îraq û Îranê de li Hewlêrê civiyan. Di civînê de bendên peymanê yên ku hatine bicîhanîn hatin nîqaşkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ofîsa çapemeniyê ya Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Îraqê der barê civîna Lîjneya Bilind a Bicîhanîna Peymana Ewlehiyê ya di navbera Îraq û Îranê de li Hewlêrê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Lîjneya Bilind a Bicîhanîna Peymana Ewlehiyê ya Hevpar a di navbera Îraq û Îranê de li Hewlêrê civînek li dar xist.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Ebûdî û Wezîrê Karên Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed beşdarî civînê bûn."

Li gor daxuyaniyê, lîjneyê şert û hûrgiliyên peymana ewlehiyê ya hevpar a di navbera Îraq û Îranê de, bi taybetî li ser misogerkirina ewlehiya sînor, pêşîgirtina qaçaxçîtiyê û parastina ewlehî û aramiyê li seranserê Îraqê nîqaş kir.

Her wiha hat destnîşankirin ku di civînê de, di xalên ku di bendên peymanê de hatine bicîhkirin nirxandin û wiha hate gotin:

“Lîjneya hevpar teqezî li ser pêwîstiya berdewamiya têkilî û kordîneya hevpar di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kir ku li gorî rênimayên fermandarê giştî ya hêzên çekdar li ser peymana ewlehiyê bi awayekî ku xizmeta berjewendî û serweriya Îraqê bike.”

Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Îraqê Qasim Ebûdî ji bo ku bendên peymana ewlehiyê ya hevpar a di navbera Komara Îraqê û Îranê de bişopîne, îro danê sibê gihişt Hewlêrê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye