Li Sûriyê tenê di rojekê de 16 kes hatine kuştin

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR)`ê ragihand ku li cih û deverên cuda yên Sûriyê di 27`ê îlonê de 16 kes hatine kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di derbarê hûrguliyên kuştina van 16 kesan de, SOHR ev agahî da:

“Li gundewarê Kobaniyê di şerekî çekdarî de kesek hat kuştin û welatiyekî 50 salî jî li Hemayê di encama pevçûneke çekdarî de, hat kuştin.

Li gundewarê Helebê û Humsê cenazeya 2 kesan hat dîtin.

Bi guleyek bi şaştî ku ji çeka wî teqiya, xortekî jiyana xwe ji dest da.

Niştecihekî Filistînî ji aliyê karmendên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve hate kuştin.

4 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li gundewarê rojhilatê Dêrazorê şehîd bûn.

3 zarokan  ji ber teqîna mayînan, jiyana xwe ji dest da.

Çekdarekî DAIŞê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê hat kuştin.

Jinek û kesekî din ji aliyê çekdarên nenas ve hatin kuştin.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye