Ev bûyer duh li Girê Spî li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê pêk hat.
Li gorî di dîmen de xuya dike, piraniya van ciwanan zarok in.
Hat ragihandin ku piraniya wan ji bajarên Heleb, Hesekê û Şedadê ne.
Dîmen û wêne şopa êşkence û lêdana giran li ser laşên wan nîşan didin.
Her wiha li ser laşên wan şopa lêdana bi amûrên tûj û şewitandinê xuya dike.
Leşkerên Tirk hemû tiştên wan ên kesane, pere, telefonên destan û cilûbergên wan desteser kirin.
Piştî ku hatin êşkencekirin, leşkeran ew avêtin aliyê Sûriyê.
Li wir xelkê herêmê alîkariya wan kir û ew veguhastin nexweşxaneyan.