Di nava berdewamiya rageşiya leşkerî ya di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de, Moskoyê êrîşên xwe tundtir dike.
Li gorî rayedarên Ûkraynayê, çend deverên Ûkraynayê di şeva borî de ji aliyê mûşek û balafirên bêmirov ên Rûsyayê ve rastî êrîşan hatine.
"Rûsyayê duh bi 524 balafirên bêmirov êrîşî Ûkraynayê kir"
Hêza Hewayî ya Ûkraynayê bi daxuyaniyekê ragihand ku Rûsyayê bi 14 mûşekên balistîk, 8 mûşekên krûz û 524 balafirên bêmirov êrîşî axa Ûkraynayê kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrîş herî zêde li ser bajarên Dnipropetrovsk,O-dessa, Zaporizhzhia û Chernihivê pêk hatine.
Li gorî agahiyan, Li Odessa, dronên Rûsî zirar dane tesîsên binesaziyê û li hedefên li bendera Odessayê xistine, di encamê de teqîn û şewat çêbûn.
Şîrketa enerjiyê ya Ûkraynayê Naftogaz da zanîn ku balafirên bêmirov ên Rûsyayê şeva borî tesîsên binesaziyê yên girîng ên li herêma Dnipropetrovskê bombebaran kirine.
Her wiha şîrketê destnîşan kir ku di nav hedefan de stasyoneke dagirtina sotemeniyê jî hebû.
Tesîs û alavên stasyonê bi tevahî wêran bûn û du karmend jî birîndar bûn.
Ji aliyê Rûsyayê ve jî, li gorî Reutersê rayedarên herêmî yên Rûsyayê ragihand ku roja duşemê di êrîşeke bi dronên hêzên Ûkraynayê li ser herêma Belgorodê ya li başûrê Rûsyayê de, du kes hatin kuştin û du kesên din jî birîndar bûn.