Amara qurbaniyên karesata Venezuelayê zêde bû û NY banga alîkariyê kir.

Li gorî daxuyaniyên fermî yên herî dawî, jimara qurbaniyên her du erdhejên mezin ên li bakurê Venezuelayê gihîştiye, 5 hezar û 398 kes. Ev karesata ku wekî "erdheja ducar" tê pênasekirin, li ser xeta şikesteka San Sebastiánê qewimî û bû sedema rûxandineke pir mezin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî erdhejên dijwar ên ku li seranserê bakurê Venezuelayê pêk hatin, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin, lê mixabin amara qurbaniyan her ku diçe zêdetir dibe.

Serokê Meclîsa Neteweyî Jorge Rodríguez ragihand ku bi dîtina cenazeyên nû, hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 5.398 kesan û jimara birîndaran jî wek 16.740 hat qeydkirin.

Di nava 39 saniyan de, du erdhejên mezin li pey hev welat hejand

Karesatê di 24'ê Hezîrana 2026'an de rû da, dema ku di navbera tenê 39 saniyan de du erdhejên li pey hev bi pileyên 7,2 û 7,5 welat hejand.

Ji ber ku erdhej gelekî nêzî rûyê erdê bûn, lerizînê bandoreke hov li ser binesaziyê kir.

Li bajarê peravê La Guaira û li paytext Karakasê, %80 ji avahiyan zirar dîtin û zêdetirî 190 avahiyên mezin bi temamî herifîn. Saziyên navneteweyî diyar dikin ku piştî erdhejê 1.463 paşhejandinên din çêbûne û ev yek tirsê di nav gel de didomîne.

Rewşa mirovî û alîkariya navneteweyî

Piştî vê hilweşîna mezin, Neteweyên Yekbûyî (NY) û saziyên mirovî ketin tevgerê. 

Li gorî Neteweyên Yekbûyî , Zêdetirî 23.335 welatî niha di 107 kampên stargehê yên demkî de dijîn. Ev kamp ji aliyê hikûmetê û rêxistinên alîkariyê ve hatine avakirin.

Neteweyên Yekbûyî ji bo piştgirîkirina 1,3 mîlyon mirovên ku rasterast ji karesatê bandor bûne, banga alîkariyeke lezgîn kir.

Tê texmînkirin ku karesatê nêzîkî 37 milyar dolar zirara aborî daye welat. Hikûmeta Venezuelayê daxuyand ku wan dest bi avakirina 25.000 xaniyên nû kiriye, lê sererastkirina binesaziya giştî dibe ku bi salan bikişîne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye