Wezareta Tenduristiyê ya Komara Kongoya Demokratîk ragihand ku ji ber belavbûna vîrûsa Ebolayê li welêt, herî kêm 930 kesan jiyan xwe ji dest daye.
Wezaretê êvara yekşemê got ku ev mirin di nav 2 hezar û 344 bûyerên nexweşiyê yên piştrastkirî de hatine tomarkirin.
Di heman demê de, Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku 724 nexweş niha di karantînayê de ne yan jî li nexweşxaneyan tên dermankirin.
Wezaretê da zanîn ku di nava 24 seatên dawî de, 37 kesan ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane.
Ji destpêka belavbûna vîrûsê ve, ev hejmar a herî bilind a mirinên rojane ye ku tê tomarkirin.
Destpêka derketina vîrûsa Ebolayê li Komara Kongoya Demokratîk di 15’ê gulana borî de bi fermî hat raghandin.