Ev çend roj in hilbijartên Parlementoyê di rojeva Ermenistanê de ne.
7ê vê mehê hilbijartin birêve çûn.
8ê mehê jî hêdî hêdî encamên hilbijartinan hatin eşkerekirin.
Partiyên ku beşdarî hilbijartinan bibûn ev bûn:
Partiya Peymana Sivîl, Hevpeymaniya Ermenistan a Xurt, Hevpeymaniya Ermenistanê û Partiya Ermenistana Pêşketî.
PARTIYA PEYMANA SIVÎL
HEVPEYMANIYA ERMENISTANA XURT
HEVPEYMANIYA ERMENISTANÊ
PARTIYA ERMENISTANA PÊŞKETÎ
Duh jî bi fermî êdî hat ragihandin ku Partiya Peymana Sivîl a bi serokatiya Nîkol Paşînyan di hilbijartinan de bi ser ketiye.
Rubio pîrozbahî li Paşînyan kir
Ji bo wê jî gelek pîrozbahî ji Nîkol Paşînyan re hatin.
Yek ji wan jî Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ye.
Marco Rubio bi riya rûpela xwe ya X-ê pîrozbahî ji Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan û partiya wî re şand.
Rubio: Em ê bi hev re aştiyê misoger bikin
Marco Robio wiha got:
“Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê piştgiriyê dide hewildanên Serokwezîr Paşînyan ên ji bo bidestxistina aştiyê.”
Em pabend in ku armancên Lûtkeya Aştiyê ya dîrokî ya Waşingtonê, tevî pêkanîna nexşerêya Trump ji bo aştiya navneteweyî pêşve bibin.
Em li bendê ne ku bi hev re bixebitin da ku aştî, aramî û serfirazî li Başûrê Qefqasyayê û derveyî wê misoger bikin."
Ji dema ku Paşînyan di sala 2018`an de hatiye ser desthilatdariyê, têkiliyên xwe bi Rûsyayê re sekinandiye ji bo wê jî encamên hilbijartinan Moskow hêrs kiriye.
Paşînyan têkiliyên xwe bi Azerbeycanê re xurt dike
Beriya niha jî Paşînyan li ser tkiliyên Ermenistan û Rûsyayê wiha gotibû
“Ez di têkiliyên Ermenistan û Rûsyayê de ti aloziyan nabînim.
Ez wê aloziyê çêkirî dibînim.
Hin hêzên siyasî yên li Ermenistanê hewl didin ku di têkiliyên Ermenistan û Rûsyayê de aloziyê biafirînin, lê ev hewldan bi ser nakevin.”
Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan armanc dike ku bi rêya guherîna destûrê pêvajoya aştiya mayînde ya bi Azerbeycanê re bi rê ve bibe.
Azerbeycan jî ji bo peymana aştiyê ya mayînde, guherandina hinek madeyên di Destûra Ermenistanê de wekî merc pêşkêş dike.