Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku Amerîkayê Artêşa Rizgariya Belûçistanê wekî rêxistineke terorîst a biyanî bi nav kiriye.
Marco Rubio diyar kir ku Artêşa Rizgariya Belûçistanê vê dawiyê berpirsiyariya revandina trênê ekspres ji Quetta ber bi Peşawerê ve girtibû ser xwe.
Di encamê vê bûyarê de, 31 sivîl û karmendên ewlehiyê hatin kuştin û zêdetirî 300 rêwî jî, dîl hatin girtin.