Li Sûriyê nîqaşa vegera hêzên Rûsyayê û belavbûna wan bûye rojev.
Ev yek di wextekî de tê ku li Sûriyê tenê 2 baregehên Rûsyayê hene.
Her 2 welatan li ser xurtkirina têkiliyên dualî li hev kiriye.
Îro berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova behsa mijara vegera hêzên Rûsî kir.
Li gorî Reutersê, Maria Zakharova diyar kir ku welatê wê li ser "jinûveavakirina gengaz" a dezgehên leşkerî yên li Sûriyê gotûbêj dike.
Ev dezgehên leşkerî yên Rûsyayê, li 2 baregehên sereke yên li berava Sûriyê ne.
Yek ji wan baregeha hewayî ya Himêmîm a li parêzgeha Lazqiyê û baregeha deryayî ya Tartûsê ye.
Piştî hilweşîna rêjîma Baasê, Rûsyayê hêzên xwe bi tevayî ji hemû baregehên li parêzgehên din ên Sûriyê vekişandin.
Her wiha Rûsyayê hejmara leşker û alavên xwe yên li her 2 baregehên xwe yên li beravê jî kêm kirin.
Rûsyayê ji ber girîngiya wan a stratejîk, dev ji van her 2 baregehan berneda.
Baregeha Himêmîmê wekî navenda sereke ya operasyonên hewayî û bicihbûna Rûsyayê li herêmê xizmet dikir.
Baregeha Tartûsê jî baregeheke kirêkirî ya Rûsyayê ye ku li qiraxa bakurê bendera Tartûsê ye.
Ev baregeh wekî xala sereke ya piştgirî û dabînkirinê ya Hêza Derayî ya Rûsayê li Deryaya Spî tê hesibandin.
Moskovayê bi Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê re hebûna xwe li van her 2 baregehan parastiye.
Lê niha Rûsya ji bo xurtkirin û jinûveavakirina dezgehên xwe yên leşkerî dixebite.