Kurdên Rojavayê Kurdistanê di destûra nû a Sûriyê de çi daxwaz dikin ?
Li bajarê Mersînê, Komeleya MEBYA-DER’ê bi malbatên şehîdan re, civiya.
Ew civîn jî bi armanca piştgiriya hevbeş ji bo malbatan pêk hat.
Di civînê de, endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiya Pervîn Buldan amade bû û axivî.
Pervîn Buldan bal kişand ser êş û windahiyên ku gelek malbat bi salan e jiyan dikin.
Bi gotina wê, di vê herêmê de gelek bedel hatine dayîn.
Ji ber vê yekê, divê êşên ku ji ber şer û pevçûnan derketine, bi dawî bibin.
Pervîn Buldan: Aştî bi rawestandina çekan nayê sînordarkirin
Pervîn Buldan di berdewamiya axaftina xwe de behsa pêşketinên di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de kir.
Pervîn Buldan tekez kir ku aştî tenê bi rawestandina çekan nayê sînordarkirin.
Pervîn Buldan: Divê aştiyeke bi rûmet û mayînde pêk were
Pervîn Buldan diyar kir ku divê aştiyeke bi rûmet hebe ku rastî û dadmendî di nav xwe de bigire .
Her wiha nifşên bê jî bikaribin di azadiyê de bijîn.
Pervîn Buldan destnîşan kir ku gelê Kurd bi salan e rastî înkar û qirkirinê hatiye .
Lewma girîng e ku bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane were parastin.
Pervîn Buldan: Divê hemû alî bi hev re bixebitin
Pervîn Buldan pêşxistina pêvajoyê wekî berpirsiyariyeke dîrokî bi nav kir û got:
''Ji bo aştî bibe mayînde, divê hemû alî bi hev re bixebitin'' .
Di dawiya axaftina xwe de, Pervîn Buldan got ku Abdullah Ocalan silav û hezkirina xwe ji malbatan re şandiye û anî ziman ku êşên ku di borî de hatine jiyîn, nayên jibîrkirin.