Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku agahiyên li ser revîna çeteyên DAIŞ’ê ji girtîgeha Dêrikê ne rast in.
Li ser vê mijarê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyek belav kir, tê de diyar kir ku 11 bersûc ji navendeke girtina demkî reviyan, lê 10 ji wan dîsa hatin girtin.
Navenda Hêzên Ewlekariya Hûndirîna a Rojava têkildarî bûyerê ev agahî dan:
"Di van rojên dawîn de, hin rûpel û malperên tora civakî agahiyên nedurist belav kirine ku tê de tê gotin komeke girtiyên girêdayî rêxistina terorîst a DAIŞ’ê ji girtîgeha li navçeya Dêrikê reviyane.
Em, Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, bi awayekî piştrast diyar dikin ku ev agahî bi tevahî ne rast in û ti bingeheke wan a rast tune ye."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev girtîgeh ne ya girtiyên DAIŞ'ê ye û bûyera ku qewimî, li navendeke girtina demkî bû ku tê de kesin li ser dozên cuda hatibûn girtin.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di dawiyê de got:
"Em piştrast dikin ku hêzên me ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê di rewşeke amadebûn û seferberiya tam de ne.
Em bang li hemû welatiyan û medyayê dikin ku di weşandina agahiyan de hişyar bin, tenê li çavkaniyên fermî binêrin û nedin dû gotegot û propagandayên ku armanca wan têkbirina aramiya herêmê ye."