Umanê rêya demkî ya keştîvaniya li Tengava Hurmizê ragihand

Umanê rêya demkî ya keştîvaniya li Tengava Hurmizê ragihand. Lê Îranê hişyarî daye ku bêyî pejirandina wê, nabe ev keştîvanî were kirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Dewleta Umanê, di çarçoveya berpirsyariya xwe ya li hember Hurmizê de, rêya demkî ya keştîvaniya li Tengava Hurmizê ragihand.

Li gorî Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî, Îranê hişyarî da ku ragihandina rêyeke nû ya keştîvaniya li Tengava Hurmizê , bêyî agahdarkirin an hevrêziya bi Tehranê re, nayê pejirandin û bi tevahî xeternak e.

Supaya Pasdaran, roja pêncşemê, 25'ê hezîranê, bi daxuyaniyekê got ku hin keştî tenê, bi taybetî yên ku destûr ji bo wan tên dayîn, dikarin di tengavê re derbas bibin.

Ev keştî jî ji hêla Îranê ve tên ragihandin.

Ji bo derbasbûna di Hurmizê re, pêwîst e hevrêzî bi Hêza Deryayî ya Supaya Pasdaran re were kirin.

Îranê hişyarî da ku trafîka keştiyan li derveyî rêyên ragihandî "pir xeternak û qedexe ye" û "keştiyên binpêker dê werin desteserkirin."

Ev hişyarî piştî wê yekê hat ku Umanê roja sêşemê ragihand ew ê rêyeke deryayî ya demkî peyda bike ji bo keştiyên ku dixwazin di Tengava Hurmizê re derbas bibin.

Berî şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê, Tengava Hurmizê li ser asta cîhanê rêya derbasbûnê petrol û gazê ya pêncem bû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye