Ehmed Şera îro li Meclisa Gel a Şamê, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê Karûbarên Mirovî û Koordînatorê Alîkarîya di Rewşên Awarte de Tom Fletcher û şandeya pê re pêşwazî kir.
Di civînê de Wezîrê Derve û Koçberan a Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Esaed Hesen Şeybanî jî amede bû.
Di hevdîtinê de, rewşa mirovî li Sûrîyê û rêyên xurtkirina hevsengiya di navbera alîyên peywendîdar û rêxistinên NY de hatin gotûbêjkirin.
Her wiha tekezî li ser asta xebatên mirovî bilind bike û bandora dijwarîyên heyî kêm bike, hat kirin.