Di encama teqîna avahiyekê de 2 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin

Li gorî dezgehên çapemeniyê ya Îsraîlê di encama teqîna avahiyekê li başûrê Lubnan, 2 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn. Têkildarî bûyerê ti agahiyeke fermî nehatiye parve kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dezgehên çapemaniya Îsraîlê diyar kir di encama teqandina avahiyeke bombebarkirî li bajarokê Mecdel Zon a başûrê Lubnanê, 2 leşkerên artêşa Îsraîlê hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.

Ev yek di dema pêkanîna operasyonekê ji hêla artêşê li herêmê ve pêk hat.

Platforuma bi navê “Hedşût Bezman” a Îsraîlî bi rêya bernameya Telegramê destnîşan kir ku avahî di dema ku hêzeke leşkerî ya Îsraîlê di hundirê wê de bû teqiya.

Platforumê da zanîn ku hêza hatiye hedefgirtin girêdayî Lîwaya 55`an e û ew avahî di bin kontrola beriya demekê ji pêkanîna teqînê di bin kontrola artêşa Îsraîlê de ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye