35 revandiyên Durzî ji girtîgehên Hikûmeta Şamê rizgar bûn

Çavkaniyekê ji Siwêdayê diyar kir ku îro 35 sivîl piştî 3 mehan ku ji hêla hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyê ve di êrişên li dijî bajarê Siwêdayê de hatibûn revandin, ji girtîgeha Edra hatin berdan û vegerîn Siwêdayê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Heman çavkaniyê  anî ziman ku hîna zêdetirî 40 sivîl revandî ne û tu agahiyên fermî der barê çarenûsa wan de nîn in.

 

Li hember vê yekê daxwazên aşkerakirina cihên girtin û berdana wan bilind dibin.

 

Di 12'ê Tîrmeha 2025'an de çeteyên ser bi hikûmeta Şamê ya veguhêz de û bi alîkariya eşîrên Bedû, êrîşek li ser prêzgeha Siweydayê, dest pê kirin.

 

Di encama wê êrîşê de gelek sûc û binpêkirin pêk hatin û zêdetirî 600 kesan hatin kuştin.

 

Her wiha, li gorî raporên mirovî, zêdetirî 600 kesan di nav de jin û zarok di wan bûyeran de wenda bûn û çarenûsa gelekan ji wan ne diyar e.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye