Li Siwêdayê êrişên hêzên hikumeta veguhêz ên li dijî şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, ên beriya 2 rojan hatin şermezarkirin.
Bi sedan xelkê bajarê Siwêda û gundewarê wê bi du çalakiyên cuda piştgiriya her du taxan kirin.
Di çalakiyan de xelkê herêmê li qadên Keramê û Şehba kom bûn û alên QSD, TEV-DEM'ê hildan.
Di çalakiyê de diruşmên "ambargoya li ser Şêxmeqsûd û Eşreifyê ambargoya li ser Siwêdayê ye" û "Bijî berxwedana QSDˊê" hatin gotin.
Organîzetorên çalakiyan diyar kirin ku ev tevger bersivdana xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji ber ku wan di dema êrişên hikûmeta veguhêz ên li ser Siwêdayê û gundewarê de piştgirî da wan.