Serokkomarê Libnanê Joseph Aoun got ku 13 endamên hêzên ewlehiyê yên dewletê di êrîşeke asmanî ya Îsraîlê de ya ku avahiyeke Hikûmetê li bajarê Nabatiye yê li başûrê Libnanê armancgirtiye, hatine kuştin.
Aoun bi daxuyaniyekê êrîşên berdewam ên Îsraîlê şermezar kir û got ku hedefgirtina saziyên dewletê wê Libnanê ji parastina serweriya xwe dûr nexe.
WFP: Ne tenê krîzeke koçberiyê, lê krîzeke ewlehiya xwarinê jî heye
Bernameya Xwarinê ya Cîhanî (WFP) ragihand ku şerê li Îranê rê li ber dabînkirina kelûpelan bo Libnanê digire.
Ji ber vê yekê welat bi krîzeke giran a ewlehiya xwarinê re jiyan dike.
Rêvebira rêxistina WFP li Libnanê Alison Oman wiha got:
"Tiştê ku em dibînin ne tenê krîzeke koçberiyê ye, lê bi lez û bez vediguhere krîzeke ewlehiya xwarinê."
Peymana agirbestê ya du hefteyan a di navbera DYA'yê û Îranê de, rojekê berî danûstandinên li Pakistanê, rastî zexteke din hat.
Washingtonê Tehran bi binpêkirina sozên xwe yên di der barê Tengava Hurmizê de tawanbar kir.
Di heman demê de, êrîşên Îsraîlê li ser Libnanê rewşa dîplomatîkê bêtir tevlihev kir.
Îranê diyar kir ku van êrîşan şertên agirbestê binpê kirine.
Rêveberiya Bernameya Xwarinê ya Cîhanî got ku Libnan bi krîzeke du alî re rû bi rû ye.
Rêveberiyê da zanîn ku bazar bi tevahî hilweşiyane, li başûrê Libnanê ku ji sedî 80 zêdetir bazar êdî naxebitin, di heman demê de bazarên li Beyrûtê jî di bin zexteke zêde de ne.
Rêvebira Bernameya Xwarinê ya Cîhanî di dawiyê de da zanîn ku, gelek bazirgan ragihandine ku depoyên wan ên xwarinên bingehîn tenê wê hefteyekê bidomin.