Fermandarê hêza Qudsê ya Îranê Îsmaîl Qaanî li Îraqê ye

Fermandarê Hêza Qudsê ya ser bi Supaya Pasdarên Îranê Îsmaîl Qaanî, li gel şandeyeke bilind a serbazî û ewlehî gihîşt paytexta Îraqê.Li gorî zanyariyên ku ji medyayê hatine bidestxistin, Qaanî li Bexdayê li gel serokên Çarçoveya Hevahengiyê û berpirsên komên çekdar ên Îraqê civiyaye. Di gotûbêjan de bi giranî behsa babetên serbazî û aborî, bi taybetî çarenûsa komên çekdar ên ser bi Îranê û hinardekirina petrola Îraqê di rêya Tengava Hurmizê re hatiye kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fermandarê Hêza Qudsê ya ser bi Supaya Pasdarên Îranê Îsmaîl Qaan bi serdaneke ranegihandî bi şandeyeke bilind a serbazî û ewlehî gihîştiye Bexdayê.

Li gorî medyayan Qaanî ligel serokên Çarçoveya Hevahengiyê û serokên komên çekdar civiya ye.

Îsmaîl Qaanî li gel berpirsên çarçoveya hevahengiyê û komên çekdar civiya

Qaanî ligel berpirsên Îraqê gotûbêj li ser çarenûsa komên çekdar ên ser bi Îranê û hinardekirina petrola îraqê di rêya Tengava Hurmizê re kir.

Serdana fermandarê Hêza Qudsê ya Îranê di demekê de ye ku ew mohleta Serokwezîrê Îraqê ji bo radestkirina çeka komên çekdar kêmtir ji du mehan maye.

Ev jî peywendiya dîrokî ya Tehranê ligel komên çekdar ên Îraqê dixe bin çavdêriyeke tundtir.

Serdana Îsmaîl Qaanî wê yekê nîşan dide ku Tehran ji nêzîk ve şopandina herikîna gotûbêjên Îraqê yên derbarê paşeroja komên çekdar de dike, bi taybetî ku helwesta hêzên çekdar ne yekgirtî ye.

Berpirsên Îraq û Îranê li ser petrolê û tengava Hurmizê axivîne

Beşekî din yên gotûbêjan pirsa hinardekirina petrola Îraqê ye di rêya Tengava Hurmizê re bû.

Zanyarî behsa wê dikin ku ne dûr e fermandarê Hêza Qudsê pêşniyara parastina çeka mîlîşeyên îraqî yên alîgirên Îranê yan parêzbendîkirina wan kiribe.

Dibe ev serdan wek hewlekê diyar be ji bo kontrolkirina dosyeyên pir hestiyar berî ku derbasî qonaxeke aloztir bibin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye